Peyamakurd - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2022yan bi bihayiyê dest pê kir û nirxê gelek kelûpelên jiyanê ji 1ê Çileyê 2022yan ve hatin zêdekirin.
Şeva sersalê nirxê elektîrkê bi rêjeya ji sedî 50 heta %130 û yê gaza nav malan jî %25 hatibû zêdekirin.
Piştî vê zama yekem a pêşwaziya salê zêdekirina nirxên kelûpelên jiyanê bê rawestan berdewam kir û rojane rêjeyên nû yên bihakirina nirxên kelûpelên jiyanê têne ragihandin.
Herî dawî îro 2yê Çileyê zêdekirina nirxê genim û ceh hat ragihandin ku bihayê genimê bo nan û ceh bi qasî %24 hat zêdekirin.
Tê çaverêkirin bihakirina nirxên kelûpelên jiyanê di rojên bê de jî berdewam bike ku welatî ji ber vê rewşê ketine fikara debarê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin