PeyamaKurd – Li Kerkûkê, pirsgirêka erd û zeviyan nehatiye çareserkirin. Erebên hawirde, bi rêya dadgehê dixwazin zeviyên Kurdan dagir bikin.
Li gor zanyariyan, Wezareta Dadê ya Iraqê, lijneyek ji bo lêkolîna li ser erd û zevî û girêbestên çandiniyê yên Kurdan pêk anî û biryar e sê endamên wê lijneyê ji bo vê mebestê serdana Kerkûkê bikin, lê belê Erebên hawirde çûne dadgeha Kekûkê û bi rêya dadgehê dixwazin zeviyên Kurdan dagir bikin.
Pirsgirêka erd û zeviyan li sînorê Kerkûkê bidawî nebûye, Kurdên xwediyê erdên çandiniyê, kêşeya wan hîn jî li dadgehê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin