PeyamaKurd - Berpirsekî pilebilind ê Îranê ji ajansa Reutersê re ragihand ku Tahranê di dosyaya nûkleerî de bi rêya navbêykariya Qeterê pêşniyareke nû ji bo DYAê şandiye.
Wî berpirsî destnîşan kir ku nîqaşkirina vê pêşniyarê bi şertê 7 mercên pêşwext ên Îranê ve girêdayî ye.
Her wiha hat diyar kirin ku aliyê Amerîkî niha mijûlî lêkolînkirina naveroka wê pêşniyarê ye.
Ev gav di demekê de tê ku hewldanên dîplomatîk ên navneteweyî ji bo rêgirtin li nûbûna şer zêde bûne.
Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rîzaî ragihandibû ku heta Amerîka biryara rakirina cezayan, azadkirina sermayeyên cemidî û paidana tazmînata şer nede, ew ê ne Tengava Hurmuzê vekin û ne jî li ser masê rûnên .
Li dijî vê helwestê, Washington tekez dike ku divê bernamenameya nûkleerî bibe beşek ji muzakereyên yekemîn.