Mazlûm Kobanî: Kurd nakokiyên xwe bi diyalogê çareser dikin û rijandina xwîna Kurdan heram bûye

Mazlûm Kobanî: Kurd nakokiyên xwe bi diyalogê çareser dikin û rijandina xwîna Kurdan heram bûye

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî, do 06/01/2022 di hevpeyvîneke bi `Enstîtuya Lêkolînên Washingtonê`de, li ser pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re, rewşa Rojavayê Kurdistanê, çarenivîsa Rêveberiya Xweser, egera diyaloga li gel Şam, opozisyon, Îran û Tirkiyê û astengiyên li ber wê diyalogê û rola Rûsya û Amerîkayê ya li Rojava û Sûriyê kir. Di hevpeyvînê de diyar dike, tu pirsgirêkên wan bi Herêma Kurdistanê re tune ne, pêwendiyên wan bi hikûmeta Herêmê re hene û tekez dike: “Kurd nakokiyên xwe bi diyalogê çareser dikin û rijandina xwîna Kurdan heram bûye.”

Helwesta Şamê û destpêkirina diyalogê

General Mazlûm Kobanî di hevpeyvîna bi `Enstîtuya Lêkolînên Washingtonê`re de, li ser girîngiya destpêkirina danûstandinên bi Şamê re dibêje, eger rêkeftinek di navbera rojhilat û rojavayê Firatê (Rêveberiya Xweser û Şam) de bê kirin, pirsgirêkên Sûriyê wê li pê hev çareser bibin.

Lê Mazlûm Kobanî tekez dike: “Em vegera berê qebûl nakin. Rêveberiya Xweser 10 sal in heye û divê bi destûrî wê qebûl bikin.”

Mazlûm Kobanî li ser dosya leşkerî jî dide zanîn, divê hikûmeta Sûriyê, HSD û Asayişê nas bike, lê “ew (Şam) hîn ji vê gavê re ne amade ye.”

Herwiha Mazlûm Kobanî dibêje: “Em di wê baweriyê de ne ku eger lihevkirinek di navbera rojhilat û rojavayê Firatê de, di bin sîwana navneteweyî de pêk were, wê hemû pirsgirêkên li Sûriyê li pê hev bên çareserkirin.”

`Peywendî qut nebûne`

Fermandarê Giştî yê HSDê di berdewamiyê de eşkere dike: “Pêwendiyên me bi hikûmetê re berdewam in û qut nebûne û em dixwazin ji bo nakokiyên di navbera me de bigihijin çareseriyekê. Em gihiştine wê encamê ku hikûmeta Esed niha ne amade ye ku bigihije çareseriyan.  Hikûmet bi helwesta `aliyê serketî` diaxive û ji aliyê xwe ve wî mafî bo xwe dibîne ku biryarên xwe bisepîne û vegere pêş sala 2011an.”

Mazlûm Kobanî amaje bi helwesta Partiya Beis jî dike û destnîşan dike, amadenebûna hikûmetê ji bo diyalogê, ji ber îdeolojî û siyaseta Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst e ku desthilatdar e li Sûriyê û “yên din qebûl nake.”

Herwiha li ser pêwendiyên bi aliyên opozisyona Sûriyê jî Mazlûm Kobanî diyar dike: “Pêwendiyên me bi opozîsyonê re ne baş in, bi taybet piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê û danûstandinên wan bi Tirkiyê re ku daxwaz ji wê dikin wan deveran dagir bike.”

Lê di berdewamiyê de Mazlûm Kobanî eşkere kir, pêwendiyên wan bi hinek aliyên opozisyonê yên wek platformên Moskow û Qahîrê û herwiha li gel kesayetên diyar ên opozisyonê hene, “Lê peywendiyên me bi Birayên Misilman (Îxwanî Muslîm) re tune ne.”

`Tu pirsgirêkên me bi Herêma Kurdistanê re tune ne`

General Mazlûm Kobanî di derbarê pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re jî diaxive û destnîşan dike, tu pirsgirêkên wan bi Herêma Kurdistanê re tune ne û pêwendiyên wan bi hikûmeta Herêmê re hene û dide zanîn: “Em hewl didin pêwendiyan bi her kesî re, bi hemû partiyan û serkirdeyên wan re deynin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê amaje bi dawî alozî û nakokiyan jî dike û dibêje: “Kurd nakokiyên xwe bi diyalogê çareser dikin û rijandina xwîna Kurdan heram bûye.”

General Mazlûm Kobanî qala rewşa Îranê jî dike û dibêje: “Her tişt bi encama danûstandinên li gel Amerîkayê ve girêdayî ye. Em naxwazin herêma me bibe ne beşeke nakokiyên navçeyî û ne jî beşeke şerê Amerîka û Îranê.”

Li ser helwesta Îranê tekez dike: “Pêwîst bû Îran roleke erênî di dosyaya Sûriyê de bilîze, ji ber ku bandora wê li ser hikûmeta Sûriyê heye” û derbarê peywendiyên li gel Îranê jî got, “Pirsgirêkên me bi Îranê re beriya hatina Amerîkiyan jî çareser bûn. Niha tu pirsgirêk li gel Îranê tune ne û eger pirsgirêk hebin jî dûrî me xuya dikin, lê bandorê li me dikin.”

Welatên Kendavê vê dawiyê pêngavên asayikirina pêwendiyên li gel Şamê diaivêjin û Mazlûm Kobanî dibêje: “Em ne li dijî pêwendiyên wan bi Şamê re ne, lê nabe ev pêwendî li ser hesabê me û gelê Sûriyê bin. Eger pêwendiyên wan bi hikûmetê re bi awayekî erênî li ser pirsgirêkê çêbin, em piştgiriya wê dikin. Lê dema hikûmet van pêwendiyan weke hêz û êrîşkar bibîne, wê demê ev pêwendî wê veguherin tiştekî neyînî.”

`Em ji bo diyaloga li Tirkiyê amade ne`

General Mazlûm Kobanî li ser pirseke derbarê helwesta Tirkiyê de jî eşkere dike: “Bi giştî em dixwazin nakokiyên xwe yên bi Tirkiyê re, bi rêya diyalogê çareser bikin. Ji ber ku me weke HSD çendîn caran eşkere kiriye, em ne aliyekî şerê di navbera Tirkiye û PKKê de ne.”

Mazlûm Kobanî amadebûna xwe ji bo her hevdîtineke bi Tirkiyê derbirî û amaje bi hevpeymaniya AKP û MHPê dike û dibêje, ew “şerê dijî Kurdan dikin. Hebûna Kurdan li Sûriyê red dikin û dibêjin, ew `xeletiya li Iraqê` dubare nakin. Ev nêzîkatiya êrîşkar wê berdewam neke. Niha her ku diçe lawaz dibin û di encamê de di bin zextên navxweyî û navnetewî de, wê dest bi pêngava diyalogê bê kirin.”

Fermandar Mazlûm Kobanî li ser helwest û rola Rûsya û Amerîkayê, weke du zilhêzan û`lîstikvanên sereke` yên li herêmê binav dike û di wê baweriyê de ye ku eger lihevkirinek di navbera van her du aliyan de pêk were, di dosyeya Sûriyê de wê pêşketin çêbibin.

Fermandarê HSDê qala hewldanên dîtina çareseriyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê dike û dibêje: “Ne rejîm û ne jî opozisyona nêzîkî Tirkiyê çareseriyekê naxwazin, ji ber ku sûdê ji berdewamiya aloziyê distînin.”

Pêwendiyên bi Rûsyayê re

General Mazlûm Kobanî derbarê pêwendiyên li gel Rûsyayê dide zanîn: “Hevahengî û pêwendiyên serbazî yên bihêz û xalên serbazî yên hevbeş li gel Rûsyayê hene. Pêwendiyên me yên siyasî hene û berdewam in û em dixwazin Rûsya rola xwe zêde bike. (Rûsya) rola navbeynkariya me û Şamê lîst, û em di wê baweriyê de ne ku Rûs ew alî ne ku rasterast dikarin bandorê li ser hikûmeta Sûriyê bikin.”

Fermandarê HSDê tekez dike, rewşa Deraa û Rojava ji hev cuda ye û dibêje: “Deraa di warê leşkerî de şikest û pişt re lihevkirin pêk hat. Em têk neçûn û me lihevkirin qebûl nekir. Peymanên me yên siyasî hene û ji ber ku ji ber dewleta Tirk me daxwaz ji wan kir, Rûsya hat. Rewşa li vir aloztir e û ji yekê zêdetir garantor hene. Ji ber vê yekê zehmet e ku Rûsya tiştekî wiha bike û pêwîstiya wê bi vê herêmê heye.”

Li ser danûstandinên Rûsya û Tirkiyê li ser Sûriyê jî General Mezlûm Kobanî dibêje, “Êdî tiştekî ku Rûsya pêşkêşî Tirkiyeyê bike tune ye. Rûsyayê helwesta xwe eşkere kir û ragihand ku ew qebûl nakin axa Sûriyê ya nû ji aliyê Tirkiyê ve were dagirkirin.”

Pêwendiyên bi Amerîkayê re

Mazlûm Kobanî derbarê pêwendiyên bi Amerîkayê re jî, amaje bi destpêkirina pêwendiyan di serdema Obama de di dema şerê Kobanî de dike û dibêje: “Heta dawiya desthilata wî (Barack Obama) berdewam kir û li gel Trump berdewam kir, lê rêveberiya Trump pabendbûna xwe bi Rêveberiya Xweser re bi jinavbirina DAIŞê ve girêda. Ji aliyê leşkerî ve ev yek bû sedema wan pirsgirêkan di navbera me de.”

Li gor Mazlûm Kobanî, tişta ku rêveberiya Trump kir: “Zerar gihandin vê herêmê û destkeftiyên ku me û artêşa Amerîkî bi hev re bi dest xistine.”

Mazlûm Kobanî dibêje, di navbera rêveberiyên berê û niha yên Amerîkayê de cudahî hene û eşkere dike: “Em hest dikin ku ew bi me re şefaftir in ji ber, ew mijarên taybet li ser herêmê û me, bi me re re parve dikin û nîqaş dikin.”

Hebûna Amerîkayê li Rojava

General Mezlûm Kobanî diyar dike: “Berpirsiyarên wan ên zelal hene, di nav de mayîna li vir û venekişîn jî heye”, lê tekez jî dike ku, ew ne dibêjin `bila leşkerên Amerîkayê heta hetayê li Rojava bimînin, ne jî dibêjin `bila me biparêzin`, “Lê belê em dibêjin, heta çareseriyeke siyasî çênebe divê bimînin. Belê, me DAIŞ têk bir, lê şerê li dijî wê hê jî didome. Ji bo li dijî DAIŞê rawestin divê çareseriyeke siyasî bê dîtin. Bi kurtasî em dixwazin mayîna Amerîkayê ya li vir ji bo çareseriya siyasî bikin zemînek.”

Mazlûm Kobanî geşbîn e ku “hikûmeta Sûriyê neçar e helwestên xwe biguhere û rewşa navxweyî, aborî û navdewletî rê nade ku vegere sala 2011an” û li gor Mazlûm Kobanî: “Hêzên navdewletî destpê kiririn ku divê pirsgirêka Sûriyê bê çareserkirin û aliyên ku bijardeya şer dixwazin, mîna Tirkiye û hikûmeta Sûriyê, paşerojê wan nîne û yên ku banga diyalogê dikin jî ew in ku pêş de diçin.”

General Mazlûm Kobanî di berdeamiya gotinên xwe de tekez dike: “Eger em dest bi wê diyalogê bikin, em ê tê de amade bin, ji ber ku ev 10 sal in em rastîyeke berçav in û bi baweriya min di sala 2022an de ew pêngav wê destpê bikin û em ê bibin şahidê pêşketinên di proseya siyasî de.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin