Kurtulmuş: Bi yasaya nû re nakokiyên ‘Ez Tirk im, tu Kurdî’ jiholê radibin

Kurtulmuş: Bi yasaya nû re nakokiyên ‘Ez Tirk im, tu Kurdî’ jiholê radibin

PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, li ser projeyasaya çarçoveyê ya ku biryara ji bo endamên PKKê pêşkeşî parlamentoyê bê kirin daxuyanî dan.

Kurtulmuş bal kişand ser amadekariyên yasayî û diyar kir ku bi qebûlkirina vê yasayê re deriyên serdemeke nû dê bi temamî vebin û li Tirkiyeyê serdemeke biratiyê ya nû dest pê bike.

Herwiha tekez kir ku êdî li ti çiya û deştên welêt dengên çek û bombeyan nayên û dê stranên aştiyê bên gotin.

Kurtulmuş, di heman demê de got ku di vê yasayê de têgihiştina efûyeke giştî tune ye û yasa dê rasterast bi tespîtkirina fesihbûna PKKê re bikeve meriyetê.

Kurtulmuş ragihand ku xebatên komîteya ku di parlamentoyê de ji bo amadekirina nexşereyê hatibû avakirin gihîştine dawiyê û bi îradeya hevpar a partiyên siyasî lihevkirinek çêbûye.

Serokê Parlamentoyê destnîşan kir ku armanca sereke ne tenê derxistina yasayekê ye, lê belê rakirina nakokiyên nasnameyî yên mîna "Tu Tirk î, ez Kurd im" an jî "Tu Elewî yî, ez Sunnî me" ye.