PeyamaKurd - Dewleta Fasê (Mexrib) dubare ragihand ku dixwaze pêvajoya çareseriya siyasî ya Sehra Rojava dewam bike. Li gor ragihandina nivîskî ya wezareta karên derve ya Fasê; wezîrê karên derve Nasir Bûrîta li payîtexta Fasê Rabatê bi nûnerê NY yê ji bo Sehra Rojava bi Staffan de Mistura re civiya.
Di hevdîtinê de Bûrîta ragihandiye ku di bin desthilatiya Fasê de li ser bingeha otonomiyekî berfireh ji bo Sehra Rojava, dixwaze hevdîtinên siyasî dewam bikin. Bûrîta got ku biryara wan ji aliyê qralê Fasê Mihemedê 6 em de bi munsebeta salvegera 45 û 46 saliyê de di çarçoveya her dû axaftinan de ku kiriye ti guhertin tineye.
Qralê Fasê fikra xwe ya di derbarê dewama hevdîtinên di bin serpereştiya Neteweyên Yekgirtî de ku terefên Moritanya, Cezayir, Fas û Polisario bi hevre hevdîtinan dikirin, dixwaze dewam bike.
Nûnerê NY yê taybet ji bo Sehrayê de Mistura, ragihandibû ku ji bo li terefan guhdarî bike wê seredana Fas,Cezayîr û Morîtanyayê bike. de Mistura, ji bo seredanên xwe roja çarşemê çûbû seredana Fasê.
Fasê di sala 1975 an de koloniya Îspanyayê Sehra Rojava xistibû nav sînorê xwe ji ber Îspanya ji wê derê vekişiyabû. Li ser vê bûyerê Cezayîr destekê dabû rêxistina POLISARIO ku serxwebûna Sehra Rojava dixwaze. Lewra di navbera Fasê û rêvebiriya Fasê de dijminahî dewam dike.
Dewleta Fasê dixwaze Sehra di bin destê wê de bimîne lê wê otonomiyekî berfireh bide Sehrayê. POLISARIO jî serxwebûna welatê xwe Sehra Rojava dixwaze û ji bo dahatûya xwe banga referandûmê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin