PeyamaKurd - Kujerê pasevanê serokomarê Iraqê yê Kurd ku doh li bajarê Bexdayê bi çeka bêdeng hatibû kuştin îro Duşemê hate girtin.
Şşaneya ragehandina ewlehiya Iraqê daxuyaniyek li ser bûyerê belav kir û ragihand, li ser zanyariyên bi hûrgilî yên îstixbaratê û lêkolîna federal a Iraqê û hêzên ewlehiyê wan karîye di 24 demjimêrên borî de kujerê pasevanê serokatiya komara Iraqê bigrin, ku ew kesê kujer piştî kuştina wî pasevanî çeka wî jî biri bû.

Li navçeya Dore ya Bexdayê doh 16ê Çile pasevanekî fewca bejayî ya 2 ya lîwaya serokatiya komara Iraqê yê bi navê M.X ji aliyê kesekî ve hatibû kuştin û çeka wî jî hatibû dizîn. Pasevanê ku hatiye kuştin rûniştvanê qeza Şingalê bû û kurdê êzidî bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin