Di êrîsa xwekustinê de 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn

Di êrîsa xwekustinê de 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li welatê Somaliyê li payîtext Mogadîşoyê nêzî kampa leşkerî, di xwaringehekî de êrîşekî xwekujî çêbû, 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn. Li gor ajansa netewî ya Somaliyê SONNA yê kesê ku çû nav xwaringehê bomba ser xwe teqand û xwe jî kuşt.

Bineciyên deverê ragihandine ku di xwaringehê de leşker û sîvîl tev hebûne. Heya niha kes êrîşê negirtiye aliyê xwe lê rêxistina El Şebabê gelek cara bûyerên weha dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin