Seroka Banka Navdewletî: Wê aborî di sala 2022yan de hîn xirabtir bibe…

Seroka Banka Navdewletî: Wê aborî di sala 2022yan de hîn xirabtir bibe…

PeyamaKurd – Seroka Banka Navdewletî (IMF) Kristalina Georgieva ragihand ku sala 2022yan wê saleke gelekî zehmet be û hişyarî da ku aboriya cîhanê wê rûbirûyî aloziyeke mezin were.

Kristalina Georgieva di bernayeke online ya li Davosê de got, wê sala 2022yan ji sala 2020an ku ji ber pandemiyê û astengiyên li pêşiya bazirganî û hinardeya berheman saleke gelekî zehmet bû, hîn zehmetir derbas bibe.

Seroka Banka Navdewletî herwiha bal kişand ser ku heger li hember vê rewşê berevanî neyê kirin, wê dahatu hîn xirabtir be û got, pêwîste cîhan bi milyaran dolar ji bo kontrolkirina vîrusa koronayê xerc bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin