Hêmin Hewramî: Pêwîst e berî 6ê meha 11a hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bê kirin

Hêmin Hewramî: Pêwîst e berî 6ê meha 11a hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bê kirin

PeyamaKurd Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, ew wek desteya serokatiya parlamentoyê, li ser çalakkirina komîsyona hilbijartinê rijd in û nabe hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bê paşxistin.

Îro 26.01.2022yê Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ji rojnamevanan re da zanîn: “Pêwîst e berî 6ê meha 11a ya sala 2022yê, hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bê kirin.”

Herwiha eşkere kir: “Nabe hilbijartina serokomar bandorê li ser tedbîrên yasayî yên helbijartina Parlamentoya Kurdistanê bike.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê da zanîn, ew wek desteya serokatiya parlamentoyê li ser çalakkirina komîsyona hilbijartinê rijd in û destnîşan kir: “Divê ev peyamek jî be ji bo fraksiyonan ku di demeke herî nêzîk de bigîhin rêkeftinê. Nabe hilbijartin bê paşxistin.”

Hêmin Hewramî da zanîn: “Divê hilbijartinekê em bikin, eger ji Iraqê baştir nebe jî, wek hilbijartina wan jî nebe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin