PeyamaKurd – Saziya Keşûhewayê ji bo bajarên Colemêrg, Bedlîs, Mûş û Wanê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya ketina aşîtan û qeşemê da.
Li gorî daxuyaniya Liqa 14emîn a Herêmî ya Saziya Keşûhewayê li bajarên Wan, Bedlîs, Colemêrg û Mûşê ji ber kêmbûna pileya germê wê qeşem, pûk û mij hebe.
Herwiha ji bo heman bajaran hişyarîya hatina aşîtê hat dayîn ku li niştîngehên dorûbera bilindahiyan baldar bin û xwe ji bobelatên aşîtê biparêzin.
Li aliyê din hatiye ragihandin ku li wan her çar bajaran hîn jî rêyên 519 gundewaran ji ber berfê girtî ne û pêwendî bi gelek taxan re nayê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin