Îsraîl stratejiya nû ya Îranê ragihand

Îsraîl stratejiya nû ya Îranê ragihand

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett ragihand ku biryarê dane, stratejiya heya niha ya li hemberê Îranê dimeşandin terk bikin û di şûna milên ahtapot jêbikin, wê li nav serê wî xin.

Li gor ragihandina Euronewsê; piştî hukumeta nû ya Îsraîlê hat damezrandin bi 7 mehan, serokwezîr Bennett ji bo çapemeniya cîh ya Îsraîlê weha got:

“Ahtapota ku serê wê li Îranêye ji bakûr de Hîzbûllah, li Xezzayê Îslamî Cîhad, li ser sînorê Sûriyê mîlîtanên Şîa û Iraqê, li Yemenê û Lîbyayê bi millên xwe yên din hawirdorê Îsraîlê girtine.

Şerekî yek alî ya sar hebû. Ew lê xistin lê me bersiv neda. Em vê formulê diguherînin. Ji bo Îranê qels bikin, em piralî dixebitin. Em ji bo her rewşê amade ne.”

Bennett ragihand ku ji bo artêşa Îsraîlê xwurt bikin û sîlihên herî baş ji bo artêşê bikirin, ji budçeyê pereyekî zêde veqetandine û Îran di rewşeka qels de ye.

Bennet her weha got ku Îran ji bo xwe xwurt bike li Viyanayê li ser masê rûdinê û derdê navbera Îsraîlû Tehranê, ne tenê mijara sîlihên nukleeriye û ew şerên ku Îran li herêmê dane destpêkirin jî hene. Bennett hişyariyê da Amerîka û welatên dinyayê ku lihevkirina bi Îranê re talûkeye. Peymana ku li Viyanayê çêbibe, ti têkiliya Îsraîlê pê tineye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin