Mesrûr Barzanî bi Seroka Macaristanê Katalin Novak re civiya

Mesrûr Barzanî bi Seroka Macaristanê Katalin Novak re civiya

PeyamaKurdSerokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Seroka Hungaryayê (Macaristan) Katalin Novak re civiya.

Hat zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Hungaryayê Katalin Novak, wê çend mijarên girêdayî pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hungaryayê û pêkvejiyana pêkhateyan li Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.

Herwiha biryar e îro jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Seroka Hungaryayê serdana qezaya Enkawayê bikin û bi merasîmekê dibistanekê vekin.

Hat eşkerekirin, Seroka Hungaryayê Katalin Novak do Înê 9/ 12/ 2022 gihîşt Herêma Kurdistanê a û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin