PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Yunanîstanê yê Iraqê yê nû pêşwazî kir. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatin ragihandin, di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dualî û rewşa siyasî ya giştî û herêmî guftûgo hatine kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê, îro Balyozê Yunanîstanê yê Iraqê Georgios Almanos û şanda ligel wî ku di nav de Konsulê Giştî yê Yunanîstanê yê Herêma Kurdistanê Stavros Kyrimis jî cih girt, pêşwazî kiriye.
Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahî li Balyozê nû yê Yunanîstanê yê Iraqê kiriye û piştevaniya xwe û ya Herêma Kurdistanê ji bo erka balyozî ya nû araste kiriye.
Li gorî ragihandinê, Georgios Almanos sersamiya xwe li hember pêşketin û aramiya Herêma Kurdistanê nîşan daye û wî jî tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Iraq û navçeyê, xwedî roleke girîng e û hêjayî rêzgirtinê ye.
Hat eşkerekirin ku herdu aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên Yunanîstanê ya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye û bi taybetî di warên perwerdehî, bazirganî, aborî û geştiyariyê de nêrînên hevpar guftûgo kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin