PeyamaKurd – Parlementerê meclisa Iraqê Mehma Xelîl ragihand ku serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani soz daye ku peymana Şengalê bicîh bîne. Mehma Xelîl ragihandina xwe ji K24 ê kir û hem got ku divê kesê bibe serokê komîta bilind ya bicîhkirina maddeya 140 ê yê Iraqê, divê Kurd be. Xelîl weha got:
“Madda 140 ê heya niha weka xaleka destûrê di rojevê de ye û li gor peymana navbera terefan, bi desteka serok Barzanî, hukumeta Iraqê ya nûh mecbûre pêvajoyê bide destpêkirin. Eger madda 140 ê di wextê xwe de bicîh bihata, wê komkujiya Êzîdiyan nebûya. Di hevdîtina me ya bi Sûdanî re, soz da ku wê peymanê ast bi ast bicîh bîne.
Peymana Şengalê di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û kabîna berê ya federal de hat îmzekirin. Peyman qanûniye û kabîna Sûdanî biryarê daye ku bicîh bîne. Rewşa niha ya Şengalê derfet dide ku peyman were cîh.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin