PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Meral Akşener Turhan Çömez diyar kir ku cezakirina Selahattin Demirtaş û Osman Kavala 'neqanûnî' ye.
Çömez mehkûmkirina Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş û Osman Kavala "neqanûnî" bi nav kir.
Endamê IYI Partiyê di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de axivî û behsa Selahattin Demirtaş jî kir.
Çömez eşkere kir û got, ew bi fikar û rexneyên derbarê Demîrtaş û Osman Kavala de dipejirînin û got, “Tirkiye welatekî ku bûye alîgirê AÎHMê û îmze avêtiye û li gorî AÎHMê divê ev kes ne di girtîgehê de bin. Lewma li vir jî bêhiqûqî heye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin