PeyamaKurd – Rojnamevanên ku di ser hesabên xwe yên Twitterê de nûçeyên Elon Musk belavdikirin, rojnamevanên yên weka New York Times, Washington Post û CNN Internationalê, Musk temamê hesabên wan yên di Twitterê de xist destê xwe û asteng kir.
Li aliyê dinê ew kesên ku rewşa ciyê jeta Musk ku dikeve agahiyên taybet belav kirin, Musk hesabên wan yên ser Twitterê jî dest danî ser. Li ser nerazîbûnê Musk anketekî çêkir û piraniya kesên tevî anketê bûn, xwestin ku hesabê wan serbest bê berdan. Musk ragihand ku wê di nav hefeteyekî de hesabê wan serbest berde.
Musk, her weha hesabê rojnamevanan jî serbest berda lê di av wan de hene ku hêj hesabê wan yên ser Twitterê venebûye. Li ser nerazîbûna rojnamevan, rêxistin û dezgeyên navdewletî Musk weha got:
“Hun dikarin di temamê rojê de min rexne bikin lê hun nikarin ew ciyê ku malbata min lê ye aşkera bikin û jiyana wan bixin nav talûkê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin