Rapora SETA ya reskirina rojnamevanan rastî bertekên tund hat, doz lê tê vekirin

Rapora SETA ya reskirina rojnamevanan rastî bertekên tund hat, doz lê tê vekirin

PeyamaKurd – Navenda Lêkolînên Serbixwe SETA ku girêdayî hikûmeta AKPê ya Tirkiyê ye, doh derbarê medyakarên beşên tirkî yên medya cîhanî ku li Tirkiyê weşanê dikin bi navê 'Peyrewên Medya Navnetewî yê li Tirkiyê' raporek weşand ku tê de navê bi dehan rojnamevanan derbas dibe û ew kes jî wekî dijbêrên hikûmeta Tirkiyê tên tawanbarkirin.

Ev rapor rastî bertekên tund hat ku saziyên rojnamevanî, dezgehên mafên mirovan û rojnamevanên navên wan di raporê de derbas dibin, nerazîbûn nîşandan ku rapor giliyê wan dike.

Di rapora 202 rûpelan de, navê bi dehan xebatkar û rojnamevanên Euronews Tirkî,, BBC Tirkî, Deutsche Welle Tirkî, Voice of America Tirkî, Sputnik Tirkiye, CRI Tirk, Independent Tirkî û navên gelek kesên muxalîfên hikûmetê derbas dibin û wekî karkirina li dijî hikûmetê têne tohmetbarkirin.

Rapor ji aliyê karmendên SETAyê yên Îsmaîl Çaglar, Kevser Hulya Akdemir û Seca Toker ku xwe wekî Navenda Lêkolînan a Serbixwe bi nav dike  hatiye amadekirin û SETA jî piştî bertekan jî rapora xwe diparêze û dibêje, “Me agahiyên jêderên vekirî berhev kirine û bi raya giştî re parve dikin. Heke xeletî hebin, emê sererast bikin û lêborînê bixwazin. Wekî din nêrînên we yên îdeolojîk in ku ew jî me eleqedar nake.”

Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê rapor wekî belgeya tawanbarkirina rojnamevanan nirxand û ragihand ku ew dê ji bo wê raporê dozê li SETAyê vekin.

Herwiha gelek sazî û dezgehên sivîl ên rojnamevanî jî heman bertek nîşanî raporê dan û rapor şermezar kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin