Macron: Yên li Yemen û Lubnanê pirsgirêkan derdixin, li Iraqê jî heman siyasetê dimesînin

Macron: Yên li Yemen û Lubnanê pirsgirêkan derdixin, li Iraqê jî heman siyasetê dimesînin

PeyamaKurd Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di vekirina 2emîn Konferansa Hevkarî û Hevkariyê ya Bexdayê ku li Urdinê hat lidarxistin de axivî û diyar kir, serweriya Iraqê dê bi çareserkirina hemû pirsgirêkên ewlehiyê yên welat û cîranan pêk were.

Serokomarê Fransayê Macron di axaftinên xwe yên li vir de da zanîn, ew li ser soza "Civîneke din" a ku sala borî dabûn Bexdayê ji bo nûkirina sozên ku ji bo dabînkirina refaha gelê Iraqê û rêzgirtina li ewlekarî, aramî û serweriya Iraqê dabûn, pabend in. .

"Yên ku li Yemen û Lubnanê pirsgirêkan derdixin, li Iraqê jî heman siyasetê dimeşînin"

Macron di daxuyaniyên xwe de got, Iraq ji bo gelek welatan bûye qada şer û eşkere kir, nabe destêwerdan di karûbarên navxweyî yên Iraqê de hebe û ev tişt gotin: “Yên ku li Yemen û Lubnanê pirsgirêkan derdixin li Iraq û herêmê heman siyasetê dimeşînin. Divê em hemû serweriya xaka Iraqê û ewlehiya herêmê biparêzin. Fransa ji bo her cure hevkariyê amade ye û ji bo aramiya herêmê di her pêngavê de wê hevkariyê bike.”

Macron di daxuyaniyên xwe de destnîşan kir: “Eger em serweriya Iraqê dixwazin, pêwîst e hemû kêşeyên ewlehiyê yên Iraq û welatên cîran bên çareserkirin û jêrxaneya ewlehî, aborî, av û enerjiyê ji bo serweriya Iraq û navçeyê amûrên girîng in.”

Herwiha Macron di daxuyaniya xwe de ragihand, her çend Fransa ne welatekî herêmê ye jî, aramiya wê jî bi vê herêmê ve girêdayî ye û tekezî li ser encamên şerê Ukrayna-Rûsyayê yên weke jeopolîtîk, enerjî û xwarinê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin