PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema hatina rojbûna Hz. Îsa ku weka cejna Noelê (sersalê), xelkê Îsewî pîroz dike, peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de cejna Xîrîstiyanên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û temamê dinyayê pîroz kir. Barzanî di peyama xwe de weha dewam kir:
“Bila cejna Noelê ya xîrîxtiyanên herêma Kurdistanê, Iraqê û dinyayê di nav xweşiyê û dilxweşiyê de derbas bibe. Bi vê wesîlê girînge ku di nav Kurdan de aştî , pêkvejiyana bi hevre, hev efûkirin û pêşdebirina çanda hevqebûlkirinê pêş bikeve. Her wext di nav aramiyê û aştiyê de bijîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin