PeyamaKurd – IMF pêşbîniya xwe ya ji bo Ukraynayê eşkere kir. Ukrayna ragihand, di sala 2023an de hewcedarî bi qasî 40 mîlyar dolar fînansekirina derve ye.
Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) pêşbînî dike, Ukrayna sala bê herî kêm hewcedarî 39,5 mîlyar dolar fînansekirina derve be, da ku aboriya xwe li ser piyan bigire.
Derbarê rewşa navborî de IMF got, "Analîzên karmendên me nîşan didin ku di senaryoyek navînî de, pêwîstiya fînansa darayî ya derve herî kêm dê 39,5 milyar dolar be."
Di senaryoyeke reşbîn de ku pêşbînî dike berhema navxwe ya Ukraynayê ji sedî 12,5 dakeve, IMF tekez kir, pêwîstiya Ukrayna ji derve wê derdora 57 milyar dolar be.
Li gorî Wezîrê Darayî yê Ukraynayê Serhiy Marchenko, tê pêşbînîkirin ku fînansmana derve ya di budceya dewleta Ukraynayê de îsal bigihêje 30 milyar dolarî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin