PeyamaKurd- Ji aliyê Weqfa Global Challenges (GCF) ku navenda wê li Swêdê ye û pisporê senaryoyên karesatên cîhanî ye ve senaryoyên karesatên dibe ku mirovahî di sala 2023yan de pê re rû bi rû bimîne, ragihandin.
GCF, raporta xwe ya nû ya ku li ser gefa li ser mirovahiyê, qeyrana siyasî, şer û pirsgirêkên gerdûnî yên ku mirovahî di sala 2023yan de rû bi rû bimîne, bi raya giştî re parve kirin.
Bi rêya vê rapora tirsnak, senaryoyên karesatê yên sala 2023yan wiha hatin rêzkirin:
Digel ku tê gotin ku ji ber şerê Rusya û Ukraynayê ya di sala 2022yan de cîhan di bin xetereya şerê nukleerî yê cîhanî de ye û kes nikare vê yekê pêşbînî bike, karesata lehiyê ya li Pakîstanê û pêlên germa zêde yên li Çîn û Ewropayê, şopa karesatên ku di sala 2023yan de pêk bên, nîşan didin.
Metirsiya şerê nukleerî ji sala 1945an vir ve cara yekem zêde dibe
Di raportê de hat destnîşankirin ku piştî Amerîka di sala 1945an de bi bombeyên atomê êrîşî Hîroşîma û Nagazakî kir, li cîhanê xetereya şerê nukleerî û bikaranîna çekên nukleerî di asta herî bilind de bû.
Her wiha hat diyarkirin ku êrîşa Amerîkayê ya bi bombeya atomê di dîroka cîhanê de nedîtî ye, ji Zanîngeha Chicagoyê Kennette Benedict ku raport nivîsandibû, senaryoyên muhtemel rêz kir.
Bennedict jî diyar kir ku bi şerê di navbera Rusya û Ukraynayê de xetereya bikaranîna çekên nukleerî ji Qeyrana Kubayê heta niha di asta herî jor de ye û ev yek dikare bibe sedem ku di nav tundiyê de bijî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin