Îstîxbarata Denmarkê, raporteke tirsnak ragihand

Îstîxbarata Denmarkê, raporteke tirsnak ragihand

PeyamaKurd- Servîsa Îstixbarata Parastinê ya Denmarkê,  di derbarê gefên Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ên bikaranîna çekên nukleerî û endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya NATOyê, raportek belav kir.

Di raportê de raya giştî ya cîhanê hat hişyarkirin û hat gotin ku

“Serlêdana Swêd û Finlandiyayê ya ji bo bibin endamên NATOyê, tê wê wateyê ku Rusya hebûna xwe ya leşkerî ya daîmî li herêma Deryaya Baltik xurt dike. Putin dê gefên bikaranîna çekên nukleerî rasterast li ser armancên xwe yên li Swêd û Finlandiyayê zêde bike."

Bi rêya raportê dema planên demdirêj û demkurt ên Rusyayê hatin nirxandin û hat gotin ku armanca bingehîn a Rusyayê, derxistina hêzên NATOyê ya ji herêmên nêzî sînorê Rusyayê ye.

Her wiha hat diyarkirin ku Swêd û Finlandiyayê bi Rusyayê re sînorên gelek fireh hene û hat ragihandin ku serlêdana van herdu welatan a ji bo endamtiya NATOyê, dê fikira Putin neguherîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin