PeyamaKurd- Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic ragihand ku barîkatên ku dibin sedema rageşiya bi Kosovayê re dê sibê bên rakirin.
Aleksandar Vucic ê ku li Baregeha Raska ya li nêzî sînorê Sirbîstan û Kosovayê bi Sirbên Kosovayê re hat cem hev, piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku şev û hevdîtina wan a pir dijwar derbas bû û wiha got:
"Min ji Sirbên Kosovayê xwest ku barîkatan rakin. Min xwest ku aştî û aramî berdewam bike. Min guhdariya her kesî kir. Ez bawer dikim ku dê soz bên bicihanîn."
Serokomarê Sirp Vucic diyar kir ku di nav Sirbên Kosovayê de bêewlehiyê dewam dike û wiha got:
"Dê roja Pêncşemê berî nîvro barîkat bên rakirin. Ev ne karekî ku di 2 saetan da biqede. Dibe ku 24, belkî 48 saetan bidome, lê dê barîkat bên rakirin.”
Vucic da zanîn ku di hegera piştî rakirina barîkatan de heger desteserkirin çêbibe, Wan diyar kiriye ku di rewşeke wiha de ew ê barîkatan bi awayekî wisa deynin ku careke din ranekin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin