Cotyarên Helebçe ava bacanên sor îxracî derve dike

Cotyarên Helebçe ava bacanên sor îxracî derve dike

PeyamaKurd – Helebçe bi hinar û bacanên xwe yên sor bi nav û denge. Li Başûrê Kurdistanê li deşta Helebçe de gelek fêkî û sebze tên çandin. Di nav çandiniya wan de niha berhema ava bacanên sor derketiye pêş. Di fabrîkeyekî Helebçê de ava bacanên sor tê hilberîn û îsal li dora 200 tonan berhem bidest xistine. Ji 200 tonan 120 tonê wê firotine dewletên biyanî. Li ser hilberînê, hilberînerê ava bacanê sor Casim Teweleyi ji bo K24 ê weha gotiye:

“Di kontrolan de kalîta berhema me bilind derket. Me dest bi firotina derve kir. Pêşî me firot Îngîltere û paşî me da Belçîka û Hollandayê. Niha em difroşin Îsweçê. Me îzna firotina 200 ton ava bacanan girtiye. Heya niha me 120 ton firotiye.”

Casim Teweleyi radigihîne ku ji bo cotyarên Kurdistanê girînge berhemên xwe bifroşin derve û jiwan re derfetên kar çêbibe.

Bi hêsankirina hukumeta Kurdistanê re di van mehên dawiyê de firotina berhemên Kurdistanê ji bo welatên derve her diçe zêdetir dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin