PeyamaKurd – Serokê Dezga Veberhênana Herêma Kurdistanê Muhammed Şukri ragihand ku genimê ji cotyarên Kurdistanê kirîne, wê di nav vê heftê de dest bi îxracata wê bikin.
Muhammed Şukri bo K24ê ragihand ku şîrketên karên îxracata genim dikin, temamê karên wan şîrketan yên îdarî temam kirine. Şukrî got ku di vê heftê de genimê Kurdistanê dê here bazara navdewletî.
Şukrî, li ser rêjeya şandina genim jî got ku wê îsal 245 hezar ton genim bifroşin bazara dinyayê. Li aliyê dinê li Herêma Kurdistanê di bin sîwana grûba Xoşnaw û Qaiwan de 200 hezar ton genimê Kurdistanê heye û dê vê rêjeyê ji bo pêdiviyên Herêma Kurdistanê û bazara nav xwe, di dest xwe de bihêlin.
Şîrketên Herêma Kurdistanê kirîn û civandina genimê Kurdistanê di demên borî de qedandibûn. Serê tonê bi 400 hezar dînarî kirîbûn.
Hukumet, bi vê stratejiya xwe, ji aliyekî de cotyaran destek dike û li aliyê dinê, miqdarê zêdeyê pêdiviya genim ya bazarê, difroşe bazara dinyayê. Hem ewlehiya xidayê ya bazara xwe jî diparêze.