PeyamaKurd- Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic diyar kir ku ew ji bo çareseriyeke li ser bingeha tawîzan li ser Kosovayê amade ne û da zanîn ku ew ê nehêlin Sirbîstan bê rûreşkirin.
Aleksandar Vucic da zanîn ku sala 2023yan dê dijwartir be û Sirbîstan di derbarê Kosovayê de dê bi ceribandinên dijwar re rû bi rû bimîne û got ku ew nikare li ber xwe bide.
Vucic ragihand ku Sirbîstan tevî qeyrana aborî ya li cîhanê rêjeya mezinbûna aboriyê ji sedî 2,3 heta 2,5 bi dest xistiye û got, "Amerîka nêzî qeyrana aborî dibe, li Çîn û Ewropayê rêjeya mezinbûnê kêm dibe.
Tiştê ku li cîhanê diqewime bandorê li me jî dike, ji ber ku em beşek ji zincîrê ne. "Lê em di warê aramiya darayî de di rewşek çêtir de ne."
Vucic destnîşan kir ku di deh salên dawîn de li Sirbîstanê îstîhdam zêde kirine û aramiya darayî peyda kirine û got, "Me Sirbîstan ji şer parast û welêt dîsa rakir ser piyan."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin