PeyamaKurd- Dadgeya Makezagona ya Tirkiyeyê (AYM), li ser doza ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hatibû vekirin, biryar da ku alîkariya xezîneyê ya ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê rawestandin.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku li ser doza ku hatibû xwestin, hesabên HDPê yên alîkariya xezîneyê bên blokekirin, ew doz îro li AYMê hat dîtin û di encamê de biryar hat ragihandin ku alîkariya xezîneyê ya ji bo HDPê, bi awayekî demkî hatiye rawestandin.
Hat diyarkirin ku Dadgeha Bilind, ji bo parastinê mehek dem daye HDPê û piştî bidawîbûna vê mehê, dê ev biryara derbasdar a rawestandina blokebûna hesabên HDPê, car din were nirxandin.
Li gorî mewzûata Tirkiyeyê, HDPê dê îsal heta 10ê Rêbendanê 179 milyon TL, dê bi giştî 539 milyon TL alîkariyê bigirta.
Beriya niha jî Serdozgerê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê Bekir Şahin, meha borî ji bo girtina HDPê îdianame amade kiribû û xwestibû ku hesabê bankayê yê alîkariya HDPê lê kom dibe, were blokekirin lê belê AYMê evdaxwaz bi boneya ku tu hincet nehatiye pêşkêşkirin, red kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin