Amerîka: Em sanoya dadgeha Îranê ya îdamkirinê…

Amerîka: Em sanoya dadgeha Îranê ya îdamkirinê…

PeyamaKurd – Piştî ku doh Şemiyê herdu xwepêşanderên Kurd ên bi navên Mihemed Mehdî Keremî û Seyîd Mihemed Husênî hatin darvekirin, ji aliyê civaka navdewletî jî bertekên tund bo Îranê hatin nîşandan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price jî li ser mijara îdamkirinê daxuyanî da û got: “Şanoya dadgeha Îranê ya ji bo Mihemed Mehdî Keremî û Seyîd Mihemed Husênî hatiye pêkanîn em bi tundî şermezar dikin. Ev darvekirin beşek ji bernameya rejîma Îranê ya serkutkirina xwepêşandanan e. Em ê ligel hevpeymanên xwe bi berdewamî li dijî van kiryarên Îranê derkevin.”

Li aliyê din Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly jî li ser hesabê xwe yê medya civakî bertek nîşanî îdamkirina du ciwanan da û kiryara qetilkirina wan ciwanan wekî nîşaneya têkçûna rejîma Îranê nirxand.

Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna jî bangewazî li civaka navdewletî kir ku li hember kiryarên Îranê ji bo mafên mirovî yên gelên Îranê bêdeng nemînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin