PeyamaKurd – Li bajarê Xafê di protestoyên serê sala 2026an de, ji ber ketibû nav çalakiyan, dadgeha Îranê 10 sal û rojekî ceza da xortê Kurd yê bi navê Keywan Bana (22) û ji bo cezayê xwe bikşîne wî şandin zîndana Navnedê ya Torbate Heyderiyê ya li eyaleta Razawî Xorasanê.
Li gor ragihandina Hengawê; bangî Keywan Bana kirine da here beşa bicîhanîna cezayê ya dadgeha Xafê, di 30 yê Tebaxê de hatiye girtin û wî şandine zîndana navborî.
Sûcên ku ji wan ceza dane Keywan Bana; ‘propogandeya li dijî dewletê’, ‘heqareta li serokê dînî’ û ‘casûsiye’ û 10 sal û yek rojekî ceza dane Keywan Bana.