PeyamaKurd- Rojnameya erebî ya Eşerq El-Ewset a ku bi navenda xwe li Brîtanyayê ye, li ser nêzîkbûna navbera Tirkiye û Suriyeyê, analîzek balkêş weşand. Li gorî agahiyên rojnameyê, hewilên asayîbûna têkiliyan, erebên cîhanê kiriye 2 parçe.
Agahiyên ku di analîzê de danûstendinên asayîbûnê yên navbera "Suriye û Tirkiyeyê" cîhana Ereban kir 2 parçe, bal kişand.
Rojnameya Eşerq El-Ewset îdia kir ku dê di navbera Tirkiye û Suriyeyê de bi navbeynkariya Rusyayê civîneke asayîbûnê çêbibe, di heman demê de Îmarat jî hewil dide di asta wezîran de beşdarî asayîkirina Suriye û Tirkiyeyê bibe.
Eşerq El-Ewset got, "Daxwaziya mezin a Îmaratê ji bo beşdarbûna rola Rusyayê di asayîkiirna Suriye û Tirkiyê de nîşan dide ku di navbera Ereban de li ser asayîkirinê dubendiyek heye."
Di El-Ewset hat gotin ku "Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê Feysel Mikdad dê Çarşema bê li Moskowê bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov bicivin. Îmarat jî dê bi Wezîrê Karên Derve Abdullah bin Zayed beşdarî civînê bibe.
Li gorî agahiyên dîplomatekî Rojavayî ku ji bo El-Ewsetê axivî, erkdarekî payebilind ê Amerîkî, dê ji bo navbeynkariya Tirkiye û YPGê, ya li Rojava, di saetên pêş de derbasî Enqereyê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin