Îsraîlê, biryara qedexeya alayê ragihand

Îsraîlê, biryara qedexeya alayê ragihand

PeyamaKurd- Li Îsraîlê, bi fermana Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgirê tund Îtamar Ben Gvir, daliqandina ala Filistînê li ber raya giştî hat qedexekirin. Ben Gvir di derbarê biryarê de daxuyanî da û got, "Em ê bi hemû hêza xwe, têkoşîna terorê û teşwîqkirina wê bidin."

Îtamar Ben Gvir, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji bo qedexekirina daliqandina ala Filistînê, li ber raya giştî telîmat daye polîsan.

Ben Gvir di peyama xwe de got, "Îro min telîmat da polîsan ku daliqandina her alaya Filistînê yan jî alayeke ku bi rêxistineke terorîstî tê naskirin an jî Dewleta Îsraîlê tehrîk dike, qedexe bikin." 

Rastgirê tundrê Ben Gvir ku got ku "Em ê bi hemû hêza xwe, li dijî terorê û teşwîqkirina wê têbikoşin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin