Bi roketê li seha Kor Mor ê ya Çemçemalê xistin

Bi roketê li seha Kor Mor ê ya Çemçemalê xistin

PeyamaKurd – Îro bi roketên Katyuşa li navça Çemçemalê ya bi ser bajarê Silêmaniya Başûrê Kurdistanê, li seha Kor Morê xistin. Roket li ber depoya benzînê ketiye lê ti xesar negihaye sehayê.

Li gor ragihandina çapemeniya K24 ê; fuze ji aliyê navça Xurmatûyê de hatiye avêtin. K24 dibêje ku qeymeqamê Çemçemalê Remek Remezan gotiye ku wan hêj cûreya fuzeyê tesbît nekirine û li serê dixebitin.

Li seha Kor Morê di nav 5 mehan de 5 car êrîşên fuzeyî ji bo ser sehayê hatine kirin. Seha di sala 2007an de hatiye avakirin û şîrketa Bahreynê Danagas û şîrketa Hilal wê birêve dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin