PeyamaKurd – Di xeta boriyê ya di navbera welatên Baltik, Lîtvanya û Letonya de teqînek çêbû. Operatorê navenda veguhestina gazê ya Lîtvanya Amber Grid di daxuyaniyekê de diyar kir, teqîn di boriya ku gaza xwezayî di navbera Lîtvanya û Letonya de vediguhêze li nêzîkî bajarê Paswol li bakurê Lîtvanya de pêk hatiye.
Hat diyarkirin ku di boriyeke mezin a gaza sirûştî ya ku gazê di navbera her du welatan de vediguhezîne de teqînek pêk hat û heta niha sedema teqînê nayê zanîn.
Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê yên ku li herêmê hatine bicihkirin, ji ber teqînê şêniyên gundê Valakeliai ya derdor tehliye kirine.
Amber Grid eşkere kir, li gorî tespîtên ewil ên têkildarî teqînê tu ziyanên canî û birîndarî çênebûne, Amber Grid destnîşan kir, teqîn li herêmeke li derveyî herêmê pêk hatiye.
Herwiha Amber Grid da zanîn, xeta boriya ku gaza xwezayî digihîne bakurê Lîtvanya û Letonyayê ji du xetên paralel pêk tê û teqîn tenê di xetekê de pêk hatiye û herikîna gazê ya di xeta duyemîn de bi rêya xwe ya asayî didome.
Di berdewamiya daxuyaniya fermî de welatiyan diyar kirin, şewat 50 metre ji erdê bilind bûye û li herêmê germahiya hewayê derketiye 20 pileyan û tîmên agirkujiyê jî xebatên vemirandina agir didomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin