"Sê komên parlametoyê ji bo nasandina jenosîda Êzîdiyan li hev kirin"

"Sê komên parlametoyê ji bo nasandina jenosîda Êzîdiyan li hev kirin"

PeyamaKurd Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Derya Turk-Nachbaur diyar kir, sê komên parlametoyê yên hevpeymaniya desthilatdar, parlamenterên Partiya Parêzgaran li ser pêşniyarekê ji bo nasandina jenosîda Êzîdiyan li hev kirine û dixwazin roja 19ê Çileyê pêşkêşî Parlamentoya Almanyayê bikin.

Di reşnivîsa daxuyaniya ku ajansa AFPê belav kiriye de hatiye destnîşankirin, tawanên li dijî Êzîdiyan wek jenosîd didin nasandin, ev jî piştî nirxandina yasayî ya ji aliyê lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî piştî pêngava şêweya Holanda, Belçîka û Awustralyayê ye.

Dema êrîşa ser Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, bi awayê herî hov, Kurdên Êzîdî ketin ber pêla jenosîdkirinê û 6417 Kurdên Êzîdî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin ku heta niha bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîne 3562 kes werin rizgarkirin û ewên din heta niha jî wenda ne.

Zanyarî didin zanîn, beşek ji wan di gorên komî de hatine komkujî û jenosîdkirin ku heta niha 83 gorên bi kom hatine dîtin û ligel wê jî, DAIŞê 68 goristan û perestgehên Kurdên Êzîdî ji nav birine û wêran kirine.

Herwiha di komkujiya Şingalê de 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav mane, ligel wê jî nêzîkî 400 hezar Kurdên Êzîdî aware bûne û heta niha jî piraniya wan venegeriyane cih û warê xwe û di çadirên kampan de jiyaneke dijwar dijîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin