PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan îdia kir ku welatê wî amade ye têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Erebîstana Siûdî re asayî bike, lê rêveberiya Riyadê hêj ji bo vê yekê ne amade ye.
Ebdullahiyan piştî hevdîtinên xwe yên li paytexta Lubnanê Beyrûtê daxuyanî da rojnamevanan.
Ebdullahiyan bal kişand ser hevdîtinên ku li Bexdaya paytexta Iraqê ji bo ji nû ve avakirina pêwendiyan bi Erebistana Siûdî re hatin lidarxistin, wiha got: "Me heta niha li Bexdayê bi Erebistana Siûdî re 5 civîn li dar xistin. Em amade ne ku têkiliyên dîplomatîk normal bikin."
Ebdullahiyan got: “Danûstandinên Tehranê ligel Riyadê li Bexdayê baş in û pêşketin çêbûne” û got, “Erebistana Siûdî hîn ne amade ye ku pêwendiyên xwe ligel Îranê asayî bike.”
Wezîrê Îranê herwiha bal kişand ser wê yekê ku di hevdîtinên li Bexdayê de ne tenê "têkiliyên dualî" hatin nirxandin û got, hevdîtinên ewlehiyê yên di navbera Tehran û Riyadê de jî hatin gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin