PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaletên Alabama û Georgiyayê bi sedema bablîsokê 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Li eyaleta Ablamayê li devera Autaugayê bi sedema derketina bablîsokê herî kêm 6 kes mirin. Parêzerê Alabama Kay Ivey, di ser hesabê xwe yê Twitterê got:
“Di bobelatên ku li eyaleta me de çêbûn, me 6 Ablamayî wenda kir û xemgînim. Diayên min bi wan re ne. Em ê vêya jî derbas bikin û biserbikevin. Ciyên ku zêde bandorê dîne li ciyên weka Autauga, Chambers, Coosa, Dallas, Elmore û Tallapoosayê me rewşa lezgîn ragihand. 40 hezar xanî bê elekltrîk man.”
Li eyaleta Georgiyayê jî bi sedema bablîsokê kesekî ku di nav erebê de bû û darekî bi ser erebê de ket û ew jî can da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin