PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê îro 15ê Çile beyaniyê, erdhejekê rû da.
Li gorî ragihandina Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afatan (AFAD) erdhej li demjimêr 6,36ê sibehê li navçeya Sivrice ya Xarpêtê çêbûye.
Hat diyarkirin ku pileya erdhejê bi pîveka rixterê 4,9 bûye û di kûrahiya 17,09 km ya erdê de çêbûye.
Parêzgarê Xarpêtê Omer Toraman, ragihandiye ku li gorî tespîtên destpêkê di encama erdhejê de, ti ziyaneke madî û canî çênebûye û xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin