Vucic: Heta em nebin endam, destûr nayê dayîn!

Vucic: Heta em nebin endam, destûr nayê dayîn!

PeyamaKurd- Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic, beşdarî bernameyeke televîzyonê ya herêmî bû û di derbarê pêvajoya endamtiya welatê xwe ya Yekîtiya Ewropayê (YE) de hin daxuyanî dan.

Vucic amaje kir ku welatê wî ji îhtîmala ku di pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê de demeke dirêj li bendê bimîne nîgeran e û rewşa ku wî aciz dike, îhtîmala ku hinek bibêjin "li welêt razemenî nayê kirin" e.

Serokomarê Sirbîstanê Vucic destnîşan kir ku par 4,41 milyar euro razemeniya rasterast a biyanî li welatê wî hatiye kirin û got,

"Ew ê destûrê nedin ku beriya me kesek bikeve Yekîtiya Ewropayê. Tiştê ku min xemgîn dike, razemenî ne. Min dît ku çawa ji Rusyayê veqetiyan. Berjewendiyên wan ên li Rusyayê, ji vê derê zêdetir bûn.”

“Têkiliyên bi Amerîkayê re girîng in”

Vucic destnîşan kir ku di rewşa heyî de Amerîka ne bi Sirbîstanê re ye û got, "Ew li vê yekê dinihêrin ku bi aqilane û cidî tevbigerin û hêz û enerjiya xwe ji yên din re nehêlin, ji ber ku hemû hêza xwe li dijî Rusyayê berhev kirine.”

Serokomar Vucic diyar kir ku axaftinen di derbare dorpêçên li ser Rusyaye de ji bo wan axaftinen gemarî ne û got ku

"Dema hûn welatekî bi rê ve bibin, hûn di pêşî de nizanin bê ka şûrekî çawa li ser serê we ye û hûn nikarin beriya tu tiştekî sozan bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin