PeyamaKurd – Dîplomatê navdar ê Amerîkî Henry Kissinger, bi rêya vîdyo konferansê beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanê Davosê bû û derbarê Ukraynayê de ku li dijî endamtiya wê ya NATOyê derdiket axivî.
Kissinger bal kişand ser şerê ligel Rûsyayê û got ku êdî ti wateya bêalîbûna Ukraynayê nemaye, ji ber vê jî wî fikrê xwe yê dijderketina endamtiya NATO ya Ukraynayê berdaye.
Dîplomatê Amerîkî destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ye wê endamtiya Ukrayna ya NATOyê encameke baş û di cî de be.
Kissinger, dema destpêka êrîşên dagirkeriya Rûsyayê li ser Ukraynayê gotibû ku bila Ukrayna erda xwe jî ji dest bide tawîzan bide Moskowayê bilez peymana aştiyê îmze bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin