PeyamaKurd - Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û di heman demê de Endama Encûmena Nûnerên Iraqê Dr. Eşwaq Caf got ku statuya Herêma Kurdistanê ne encama rêkeftinekê ye, lê belê berhema xwîna şehîdan û xebateke berdewam e.
Caf hişyariyeke tund da berpirsên Bexdayê û diyar kir ku her pêngaveke bo lawazkirina vê qewareyê, tê wateya hilweşandina tevahiya sîstema siyasî ku piştî sala 2003yan li Iraqê hatiye avakirin.
Dr. Eşwaq Caf ragihand ku Herêma Kurdistanê li ser sêniyeke zêrîn û bê qurbanî nehatiye pêşkêşkirin û berevajî vê yekê, ev statû berhema xebat, xwîna şehîdan, azarên girtiyên siyasî û hêsirên awareyên destê rejîma Beasê ye.
Caf diyar kir ku ev dîroka bi pir qurbanî, bûye hêza livîner bo Pêşmergeyan û gelê Kurdistanê daku bigihin mafên xwe yên rewa.