PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa çekdarî ya li ser welatiyên Herêma Kurdistanê li Mêrdînê daxuyaniyek da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî êrîşa li Mêrdînê ya ku di encamê de 4 welatiyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, ev agahî da:
“Mixabin şeva borî li ser rêya navçeya Nisêbîna Mêrdînê di encama êrişa hin welatiyên Herêma Kurdistanê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû. Ez sersaxiyê ji malbat û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re radigihînim û êşa wan parve dikim. Ji welatiyê birîndar re şîfayê dixwazim.
Em vê tawanê bi tundî şermezar dikin û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dikin ku di zûtirîn demê de êrişê ronî bike û kiryaran ragihîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin