CHP: Wê di meha sibatê de masa 6 qolî namzedê me ragihîne

CHP: Wê di meha sibatê de masa 6 qolî namzedê me ragihîne

PeyamaKurd – Cîgirê serokê partiya CHP ê Seyit Torun li bajarê Bartınê di baregeha partiya xwe de ragihand ku masa 6 qolî biserketin di rêya xwe de xebatên xwe dewam dike û got:

“Wê di meha sibatê de mutleq namzedê me yê serokkomariya Tirkiyê yê masa 6 qolî ji bo raya giştî ragihîne û em ê di rêya xwe de raste rast bimeşin. Masa 6 qolî di rêya xwe de dimeşe. Wê di 26 ê mehê de car din bicivin. Wê di 30 yê mehê de bernama hukumeta xwe ragihînin. Wê pirsgirêkan çawa çareser bikin, çawa geşepêdanê bidin welat, wê çawa di nav xelkê de aştiyê pêkbînin, em ê hemûyan ji raya giştî re bêjin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin