PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê bîlançoya binpêkirin û revandinên li Herêma Efrînê ya meha Sibata 2022yan eşkere kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê ragihandiye ku di nav meha Sibatê de 60 kes ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatine revandin û ev agahî dane:
Li navçeya Raco ya çekdarên artêşa Tirkiyê di meha Sibatê de 18 welatî, ji wan 6 kalemêr û 3 jin, bi tawanên derew revandin.
Li navenda bajarê Efrînê 10 li navçeya Şêrawa 12, li Cindirêsê jî 7 welatî hatin revandin.
Li navçeyên Şera, Mabata û Bilbilê jî çekdarên Sultan Murad, polîsên leşkerî û îstixbaratên dewleta Tirk 13 sivîl revandin.
Herwiha hatiye gotin, artêşa Tirkiyê Girê Merwaniyê yê li gundê Meraniya Jêrîn; Girê Sultan ê şûnwarî yê li navçeya Mabeta, Girê Şorbe yê şûnwarî ku li gundê Gemrûkê ye, Girê Laq ê şûnwarî yê girêdayî navenda bajêr, Girê Çiya yê li navçeya Şerayê, Girê Birc Ebdala yê li navçeya Şêrawa wêran kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin