Wezîrê Yunan, gef li wî welatî xwar: Em ê we bisikînin!

Wezîrê Yunan, gef li wî welatî xwar: Em ê we bisikînin!

PeyamaKurd- Wezîrê Pêşketin û Veberhênanê yê Yunanîstanê Adonis Georgiadis, bi rêya çapemeniyê gef li Tirkiyeyê xwar û li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê yên li dijî Yunanîstanê bi kar hanîbûn, hişyarî da ku xwe ji Yunanîstanê dûr bikin.

Adonis Georgiadis, li ser gotina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ku ji bo Yunanîstanê gotibû, “Em ê şevekê ji nişke ve werin" da zanîn ku ew bi wan gotinan keniyane û hêzên asîmanî yên Yunanîstanê dê hêzên asîmanî yên Tirkiyeyê bişikînin û divê Erdogan bi Yunanîstanê bilî nebe.

Georgidi ji tora medyayî ya Yunanistanê SKAIyê re axivî û got, 

“Ez dixwazim ji Birêz Erdogan re bêjim: “Heger bişev, sibeh yan danê nîvrojê were, balafirên me yên Rafale û Viper (F-16 Block 70) dê Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê bişikînin. Serweriya hewayî ya li Egeyê, li ber dilovaniya me dimîne.”

“Bi me bilî nebe!”

Siyasetmedarê rastgir diyar kir ku Yunanîstan naxwaze şer bike û got, "Em ji bo bi Tirkiyeyê re şer bikin, balafirên şer nakirin. Lê belê em ji gotina kevn a Romayê bawer dikin ku dibêjin: “Heger hûn aştiyê dixwazin, ji şer re amade bin. Ji ber vê yekê ez ji Erdogan re dibêjim bila bi Yunanîstanê re bilî nebin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin