PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Tirkiyê Fîdan bi hevtayê xwe yê Amerîkî Blinken re bi telefonê axivî. Di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê hatin nirxandin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re rewşa dawî ya Sûriyê gotûbêj kir.
Li gorî nûçeyê, Fîdan ji Antony Blinken re gotiye, ew li dijî geşedanên ku wê nearamiyê li Sûriyê zêde bike ne û ti carî rê nadin kiryarên terorîstî li dijî sivîlên Sûriyê.
Hakan Fîdan destnîşan kir ku Tirkiye li dijî her pêşketineke ku bêîstiqrariyê li herêmê zêde bike ye û di vê çarçoveyê de alîgirê kêmkirina rageşiya li Sûriyeyê ne.
Fîdan di hevdîtinê de diyar kir ku ji bo aştiya li Sûriyeyê pêk were divê pêvajoya siyasî ya di navbera rêveberiya Sûriyeyê û komên çekdar de bê encamdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin