PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di rêya telefonê de bi hemkarê xwe yê Pakistanê bi Muhammad Ishaq Dar re li ser rewşa agirbesa navbera DYA-Îranê û muzakereyên ku dê li Îslamabadê bên kirin axifî.
Tirkiye, Pakistan û Misir sê dewletin ku di navbera Amerîka û Îranê de li ser agirbes û Hurmizê diaxifîn. Lê vê carê wê Amerîka û Îran li Îslamabad a Pakistanê rû bi rû biaxifin.