PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, bi sedema êrîşên ser Pêşmerge yên ji aliyê Îranê de, ku 6 Pêşmerge şehîd ketibûn, di rêya telefonê de sersaxiyê da serokwezîrê Herêma Kudistanê Mesrûr Barzanî.
Hakan Fidan, di êrîşa fuzeyên Îranê de, ji bo her 6 Pêşmergeyên şehîd ketine taziyeyên xwe ragihand û destekê da Barzanî.
Ragihandina xeberê ji aliyê hukumeta Herêma Kurdistanê de hat kirin û di ragihandinê de hat gotin ku Hakan Fidan telefona sersaxiyê kiriye ji bo Barzanî. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku:
“Di encama avêtina fuzeyan ji aliyê Îranê de, ji bo 6 Pêşmergên ku şehîd bûne, taziyên xwe ji bo serokwezîr ragihandiye û gotiye ku Tirkiye ji bo her cûre destekê amade ye. Fidan, ji bo Pêşmergên birîndar jî şîfayê xwestiye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bi sedema telefona sersaxiyê û desteka Tirkiyê, sipasiya wezîrê karên derve yê Tirkiye Hakan Fidan kiriye.”