Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji Patriyarkê Keldaniyan re şand

Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji Patriyarkê Keldaniyan re şand

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya birayê wî Lazar Sako, peyameke sersaxiyê ji bo Patriyarkê Kilîseya Keldanî ya Katolîk a Iraq û Cîhanê Kardînal Mar Luîs Raphaël Sako re şand.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ew bi xemgîniyeke mezin pê hisiyayê ku Lazar Sako koça dawî kiriye û sersaxî û sebir ji bo Patriyark Mar Luîs Sako, malbat û hemû nêzîkên wan xwest.