PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re civiya û li ser rewşa Iraqê û rewşa herêmê axifîn.
Di hevdîtinê de her weha li ser pêşdeçûnên Kurdistanê, Iraq û herêmê axifîn. Her weha behsa avakirina hukumeta federal ya Bexdayê kirin ku heya niha çi xebat hatine kirin.
“Proja Rêya Geşepêdanê” jî mijara wan bû ku dema proje bi cîh were, dê welatên Kendavê, Iraq û Kurdistan di rêya, rêya hesin de, bi Tirkiyê û Ewrûpa re bên girêdan.
Proje ji Basrayê destpêdike û di ser Herêma Kurdistanê de, di ser Bakûrê Kurdistanê de diçe Tirkiyê û Ewrûpayê.